HDP awayê beşdariya hilbijartinan a li Stenbolê aşkere dike
Li gor ragihandina HDPê ew ê li 11 bajarokên wekî Beşîktaş, Adalar, Bakirkoy, Şîşlî, Çatalca, Maltepe, Ataşehîr, Avcilar, Kadikoy, Sancaktepe û Kartalê beşdarî hilbijartinan nebe.
Lê li 13 bajarokên wekî Beykoz, Çekmekoy, Sultanbeylî, Umraniye, Bayrampaşa, Esenler, Kagitxane, Gazîosmanpaşa, Sultangazî, Arnavutkoy, Bagcilar, Başakşehîr û Gongorenê ewê bikevin pêşbaziya hilbijartinên şaredariyan.
Ji bo bajarokên din jî tenê dê ji bo civata şaredariyê beşdariya hilbijartinê bikin.
Stenbol ew bajarokê herî mezin ê Tirkiyê ku 39 bajarokên wê hene û nêzikê 5 milyon Kurd lê dijîn.
Civata HDPê stratejiya xwe ya hilbijartinên şaredariyan diyar kiribû, HDP li bajarên wekî Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Dîlok û Rihayê namzetên şaredariyan diyar nake.
K24
