• Sunday, 15 February 2026
logo

Jeffery ji bo vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê diçe Tirkiyê

Jeffery ji bo vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê diçe Tirkiyê
Nûnerê taybet yê Amerîka bo Sûriyê James Jeffrey sibe serdana Tirkiyê dike. Di rojevê de herêma aram ya li bakurê Suriyê û vekişîna hêzên Amerîkî hene.

Di demên dawî de, hatûçûna şandên Amerîkî û Tirkiyê zêde dibe. Piştî serdana Wezîrê Bergirîyê yê Tirkiyê û Şêwirmend û Zavayê Trump Jared Kushner û şandên serbazî, sibe jî Nûnerê Taybet yê Amerîkayê serdana Enqerê dike.

Li gor agahiyan, Jeffrey sibe bi şanda bi serperiştiya Cîgirê Wezîrê Derve Sedat Onal û rayedarên serbazî re dê bicive.

Şanda serbazî ya Amerîkî 28'ê Sibatê serdana Tirkiyê kir û bi rayedarên serbazî yên Tirkiyê re civiya û derbarê plana vekişîna hêzên Amerîkî, rewşa Minbic û rojhelatê Feratê û avakirina herêma Aram gotûbêj kiribûn.

Amerîka di 19ê meha Berçileya 2018an biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê da, lê di piştre got ewê 200 leşkerên xwe li rojhilatê Firatê bihêlin.

K24
Top