• Sunday, 15 February 2026
logo

Lêkolînvanekî Iraqê: Emê naçar bibin bi şer artêşa Amerîka û Tirkiyê derbixin!

Lêkolînvanekî Iraqê: Emê naçar bibin bi şer artêşa Amerîka û Tirkiyê derbixin!
Lêkolînvanê Iraqî Hafiz El Beşare ragehand, welatê wan dê naçar bibe bi şer artêşa Amerîka li ser erdê Iraqê derbixe.

Lêkolînvanê siyasî yê Iraqê Hafiz El Beşare ji çapemeniya welatê xwe re ragehand, dengdan li parlamentoyê ji bo projeyasaya derxistina hêzên Amerîka û hemû hêzên din ên biyanî û bi taybet hêzên Tirkiyê jî, dê hikûmeta Iraqê naçar bike ku projeyê bicîh bîne.

Hafiz El Beşare ragehand, eger ew hêzane pêbendî biryara parlamentoya Iraqê nebin û dernekevin, wê demê dê wek dagirker danûstan li gel wan bê kirin û emê naçar bibin hêz li dijî wan bikarbînin.

Lêkolînvanê Iraqî amaje bi wê yekê jî kir ku zêdetirî 150 parlamenteran îmza li ser projeyasaya derxistina hêzên Amerîka, Tirkiye û hemû hêzên biyanî kirine.

Basnews
Top