Çîftyurek: Gotinên Erdogan deriyê qirkirina Kurdan vedike
Serokê Giştî yê Partiya Komunîsta Kurdistanê Sînan Çîftyurek, balê dikşîne ser gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ku dibêje, li Tirkiyê herêmek bi navê Kurdistan nîn e û yên dixwazin bila biçin Herêma Kurdistanê ya Iraqê.
Çîftyurek da xuyakirin, Erdogan di her axaftina xwe de dibêje, yên behsa Kurdistanê dikin divê Tirkiye bicîh bihêlin, ev gotinên nîşaneyên jenosyadeke nû û koçberkirineke nû ne deriyê kiryarên xerap vedike.
Da zanîn, Serokomar sonda bêalîtî xwariye, lê niha ketiyeke nav helwesteke weha û got, divê hember van gotinan hemû alî bêjin, "Vaye Kurdistan û va em li vir in"
K24
