• Friday, 20 February 2026
logo

Termên 1772 qurbaniyên erdhejê ji Tirkiyê bo Sûriyê hatin şandin

Gulan Media February 19, 2023 Nûçe
Termên 1772 qurbaniyên erdhejê ji Tirkiyê bo Sûriyê hatin şandin

Di roja 13emîn a erdheja wêranker de, termên 1772 sivîlên Sûrî ji Tirkiyê di deriyên sînorî re derbasî nava xaka Sûriyê bûn û hejmara qurbaniyên erdhejê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê zêde dibe.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, hejmara kuştiyên erdheja li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gihîşt 6396 kesan, ji wan 2196 kes li deverên rêjîmê ne û 4200 kes jî li Efrînê û deverên din ên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de ne.

Her wiha SOHR diyar kir, hejmareke mezin ji Sûriyan jî di erdheja li bajarên Tirkiyê canê xwe ji dest dan û heta niha termên 1772 qurbaniyên Sûrî bi rêya deriyên sînor derbasî Sûriyê bûne.

Bi vî awayî hejmara Sûriyên ku li Sûriye û Tirkiyê di erdhejê de canê xwe ji dest dane, gihîştiye 8168 kesan.

Her wiha SOHR pêşbînî dike ku hejmara qurbaniyên di nav axa Sûriyê de ne, dibe ku bigihe zêdetirî 7 hezar kesan, ji ber ku bi sedan term hîn di bin kavilan de mane û tîmên rizgarkirinê nekarîne xwe bigihînin wan.

 

Basnews

Top