• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyada kir

Gulan Media February 19, 2023 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyada kir

Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Sibata 2023an pêşwazî Serokê Hevpeymaniya Siyada Xemîs Xancar û şanda pê re kir.

Di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê hate gotûbêjkirin û ronahî hate xistin ser pêngavên cîbicîkirina rêkeftina siyasî ya di navbera aliyên pêkhênerên Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê û tekezî li ser piştevaniya hikûmeta Iraqê ji bo cîbicîkirina wê rêkeftinê hate kirin.

Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û pabendbûna bi pirensîpên hevbeş û hevahengiyê di navbera aliyan de, mijareke din a vê civînê bû.

Top