• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind a Hêzên Guhartinê yên Demokrat kir

Gulan Media February 19, 2023 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind a Hêzên Guhartinê yên Demokrat kir

Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Sibata 2023an pêşwazî li şandeke pilebilind a Hêzên Guhartinê ên Demokrat kir.

Şande ji Sekreterê Partiya Komunîst a Iraqê Raîd Fehmî, Endamê Polîtburoya Partiya Komunîst Yasir Selîm, Serokê Şepêla Civakî Elî Refî’î, Serokê Tevgera Nazil Axiz Heqî Muşriq El-Firêcî, Serokê Pariya Mala Niştimanî Husên El- Xurabî, Serokê Partiya Mala Iraqî Mihyedîn Ensarî û Serokê Partiya Wehid Mûsa Rehmetulla pêk hatibû.

Di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê, astengiyên li pêşiya çalakiyên siyasî yên partiyan û rûbirûbûna qeyranên siyasî hatin gotûbêjkirin.

Her wiha di civînê de tekezî li ser hevahengiya di navbera hêzên Guhartinê yên Demokrat û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de hat kirin.

 

 

Top