Navên endamên komîteyên parlementoyê radestî Desteya Serokatiyê tên kirin
Serokê fraksyona Yekgirtû ya li Parlemantoya Kurdistanê Şêrko Cewdet ji Rûdawê re ragihand, ku "navên parlementeran ji komîteyên hertimî re radestî cîgirê duyemê serokê parlemantoyê têne kirin. Serokên firaksyonan navên endamên xwe ji komîteyan re diyar kirin û her îro bi rêya cîgirê duyemê serokê parlemanê navên wan radestî desteya serokayetiyê tê kirin".
Şêrko Cewdet behsa wê yekê jî kir, serokê firaksyona YNKê tevlî wê civînê nebûye û got: “Her parlementerek dikare bibe endamê du komîteyan.”
Komîteyên hertimî yên perlemanê ji 15 komîteyan pêk tên û berê endamên komîteya yasayî hatin yekalîkirin û heta niha endamên 14 komîteyan nehatine destnîşankirin.
Li gor peyrewa navxweyî ya parlementoyê, divê komîteyên hertimî di nav 25 rojan de, di rêkeftina bidawîbûna yekem rûniştina Parlementoyê de, bi dengên piraniya amadebûyên parlementoyê, werin hilbijartin. Divê hejmara endamên komîteyên hertimî di navbera 5 – 11 endaman de bin, ku nûnertiya fraksiyonên parlementoyê dikin li gor rêjeya nûnertiya wan a li parlementoyê.
Komîteyên hertimî yên Parlementoya Kurdistanê:
1- Komîteya karûbarên yasayî
2- Komîteya darayî û karûbarên aborî
3- Komîteya Pêşmerge û navxwe û asayiş û encûmenên xwecihî
4- Komîteya çandinî û avê
5- Komîteya perwerde û xwendina bilind û lêkolînên zanistî
6- Komîteya karûbarên tendirustî û jîngeh û mafên bikarber
7- Komîteya karûbarên şehîdan û jenosîd û zindaniyên siyasî
8- Komîteya peywendiyan û rewenda Kurdistanê
9- Komîteya deverên Kurdistanî yên derveyî herêm
10- Komîteya enerjî û çavkaniyên sirûştî û pîşesazî û bazirganî
11- Komîteya şarevanî ya veguhestin û gihandin û geştûgerî û avakirinê
12- Komîteya rewşenbîrî û civaka sivîl û werziş û ciwanan
13- Komîteya destpakî û karûbarên parlemento û gilî û dozan
14- Komîteya ewqaf û karûbarên olî
15- Komîteya karûbarên civakî û çespandina mafên jinan û mafên mirovan
Rudaw
