Xaneqîn- Ji ber tevgera DAIŞê hejmarek gundên kurdana vala bûne
Endamê Encûmena Serkirdayetiya Kerkûk-Germiyan ê PDKê Hêriş Cebar ji BasNewsê re ragehand ku, rewşa ewlehiya nava bajarê Xaneqînê mîna navçeyên din yên Kurdistanî yên li derveyî hermê pir xirabe.
li derdora Xaneqînê tevgera çekdarên DAIŞê heye û gelek caran kiryarên tundûtîjî dijî kurdên wê deverê pêktînin, ji ber wê yekê hejmarek gundên kurdan vala bûne.
Wî berpirsî da zanîn ku, piştî 16ê cotmeha 2017an Xaneqîn ji aliyê Heşdî Şebî ve hat dagîr kirin û niha jî dixwazin baregehên me jî bi awayeke ne yasayî li wî bajarî li ser xwe tapo bikin.
Basnews
