AFADê amarên nû yên erdheja Mereşê ragihand
Serokê Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, heta niha di erdheja Mereşê de li 11 bajaran 40 hezar û 642 kesan canê xwe jidest dane.
Serokê AFADê Yunus Sezaer îro Şemiyê 18ê Sibata 2023an amarên nû yên erdheja Mereşê eşkere kirin û got: “Piştî erdheja 6ê Sibatê 5 hezar û 700 erdhejên paşekî çêbûn.
Yunus Sezer diyar kir ku di erdhejên Meraşê de heta niha 40 hezar û 642 kesan canê xwe ji dest dane.
Sezer diyar kir ku li Hatayê 13 hezar karmendên lêgerîn û rizgarkirinê dixebitin û destnîşan kir ku li hemû qadan 74 hezar karmend dixebitin.
Sezer spasiya tîmenên lêgerîn û xilaskirinê yên navneteweyî yên ji 80 welatên cuda ji bo hevkariyê çûne Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir ku bi giştî ji 11 hezar û 488 kesên pêk dihat.
Sezer bi bîr xist ku ji bo mexdûrên erdhejê 10 hezar lîre alîkariya pereyan didome û got û got: “Ji 682 hezarî zêdetir welatiyan re 10 hezar lîre alîkariya pere hat dayîn. Ji niha û pê ve em dê alîkariya pereyan jî bidin 164 hezar welatiyên din ên hatine diyarkirin.”
Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.
Erdhejê bandor li Mereş, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî, Hatay, Osmaniye, Xarpêt, Edene û Amedê jî kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina bi sedan kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din.
Rudaw
