• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê bo yekîtiyên ciwan û xwendekarên Kurdistanê dixwaze

Gulan Media February 18, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê bo yekîtiyên ciwan û xwendekarên Kurdistanê dixwaze

Bo salvegera damezrandina wan her du yekîtiyan peyamek belav kiriye.

Mesrûr Barzanî îro 18 Sibatê bi minasebeta damezrandina her du yekîtiyên ciwanan û xwendekarên Kurdistanê peyameke pîrozbayî belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Pîrozbayiyên gerim pêşkêşî tevahiya endamên her du yekîtiyên xwendekaran û ciwanên Kurdistanê dikim û hêviya pêşkeftin û nûbûnê û berdewam bûnê bo wan dixwazim.

Her du yekîtiyên han xwedan dîrokeke tîje ji serwerîn û di nava qonaxên cuda cuda yên xebata gelê Kurdistanê de, hertim di eniya pêş ya berevanî kirin û parastina pirsên nîştimanî de bûne. Herwiha navenda pêgehandina çendîn Serkirdeyên jêhatî û xwedan karîn jî bûne ku, îro gelek ji wan jî di warên cur bicur de xizmet dikin.

Hêvî dikim di karwana kar û xebatên rêkxraweyiya xwe de li ser rêçka serkeftinê berdewam bin bo pêgehandina nibişên huşiyar, zana, dahêner, nîştimanperwer û karînên xwe bo xizmet kirina gel û welat bitevger bikin.

Bîranîna 18ê Sibatê pîroz be û hertim yekîtiya xwendekaran û ciwanên Kurdistanê di pêşkeftin û nû bûnê de berdewam bin.

Top