• Friday, 20 February 2026
logo

Îran: Me êrîşî ser keştiyeke Îsraîlî kiriye

Gulan Media February 18, 2023 Nûçe
Îran: Me êrîşî ser keştiyeke Îsraîlî kiriye

Heta niha Îsraîl li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.

Çapemeniya fermî ya Îranî li ser zarê spaha Pasdaran belav kiriye ku, duhê înê, hêzên spaha Pasdaran li peravên avî yên li Başûrê Îranê de êrîşî ser keştiyeke bazirganî ya Îsraîlî kirine.

Heta niha çapemeniya Îranî hûrgiliyên zêdetir li ser vê êrîşa han belav nekiriye.

Ji aliyeke din ve hikûmeta Îsraîlê jî heta niha li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye û hîn jî nayê zanîn gelo helwesta Îsraîlê vê çawe be.

Top