• Friday, 20 February 2026
logo

4 parlementerên firakisyona teqedum veqetiyan

Gulan Media February 18, 2023 Nûçe
4 parlementerên firakisyona teqedum veqetiyan

Serokê vê firakisyona han Mihemed Helbûsiye.

Li gor çapemeniya Îraqê îro 4 parlementerên hevpeymaniya Teqedum ya suneyan ya bi Serokatiya Serokê parlementoya Îraqê, Mihemed Helbûsî ji vê hevpeymaniyê cuda bûne.

Ev her çar parlementerên han di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kirine ku, jiber nebûna hevbeşî û nakokiyên navxweyî yên vê hevpeymaniya han jê veqetiyane.

Ji aliyeke din ve pisporên karûbarên Îraqê dibêjin ku hin aliyên sune bo lawaz kirina Helbûsî û ji kar avêtina wî ev demêke dest bi hewldanan kirine û ev veqetîna han jî beşeke ji wan hewldanan.

Top