Serokê herêma Kurdistanê li gel şandeke parlementoya Almanyayê civiya
Şanda Almanî dibêje girîngî bi têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê didin.
Îro li Munichê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe de li gel şandeke parlementoya Almanyayê bi Serokatiya Cîgirê Serokê komîteya karûbarên derve birêz Thomas Irndle, û şand ji her du firakisyonên (CDU , CSU) pêk hatibû.
Di civînê de peywendiyên Almanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê, şerê li dijî terorê û metirsiya DAIŞê, Iraq û pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî spasiya Almaniyayê kir ji bo piştevaniya leşkerî û mirovî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina erkên hêzên xwe di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê de û herwiha naskirina jenosayda êzdiyan wek jenosîd.
Her wiha encamên şerê li Ûkraynayê, rewşa Rojhilata Navîn û bi giştî kêşeyên li pêşberî cîhanê hatin gotûbêjkirin.
