Li Wanê bernameya salvegera bîranîna serokê nemir Mele Mistefa Berzanî hat li darxistin
Siyasetmedar, nivîskar, lêkolîner, rewşenbîr û welatiyên wanê di bernameya bi bîranînê de amade bûn. Bernama bi axaftina axatvanan dest pê kir, axaftvanan li ser xebat û têkoşîna malbata Barzaniyan axaftin kirin, di axftinê xwe de anîn ziman ku têkoşîna Mele Mistefa Berzanî, Şêx Ebdulselam Berzanî û Îdrîs Berzanî kirine ji bo Kurdên her çar parçeyê Kurdistanê ye, ji ber wê yekê divê navên wan şexsiyetên nemir cihê rêzê û hêviyê ye.
Di bernamê de,helbestvanên bakûr li ser jiyana serokê nemir Melê Mistefa Berzanî de helbest xwendin. Piştî xwendina helbestan bernameya bîranînê bi dûa xwendinê bi dawî bû. Di bernama bîranînê de, belgeyên ku di derbarê mala Barzaniyan de di arşîva Osmaniyan de derbas bûne jî hatin nîşandan.
Beşdarvanên bernamê amaje kirin ku, gelê Kurd deydanê mala Berzaniya ye, divê nifşên nû li xwedî doza Kurd û Mala Berzaniyan derkevin û di rêya wan de bimeşîn.
Waar.tv
