Serok Barzanî û Kusret Resûl tekezî li ser karê berdewam ê PDK û YNKê kir
Li gor daxuyaniyeke baregeha Barzanî li tora civakî “Facebook” Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir, ku ji Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl û endamên Polîtburoya YNKê Erselan Bayîz û Îmad Ehmed pêk hatibû.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Roja 3ê Adara 2019an li Selahedîn Serok Barzanî û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl û şanda pê re ku ji endamên Polîtburoya YNKê Erselan Bayîz û Îmad Ehmed pêk hatibû civiyan.
Di hevdîtinê de, proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û astengiyên li pêş proseya siyasî hatin guftûgokirin û tekezî li karê cidî û berdewamiya rêkeftina her du aliyan bo damezrandin û bihêzkirina sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê hat kirin, ew jî bi liberçavgirtina berjewendiyên gelê Kurdistanê û giyanê birayetiyê û hest bi berpirsatiya hemû aliyan, bi cureyekê ku di asta daxwaza welatiyên Herêma Kurdistanê de be.
K24
