Beşîr Hedad: Divê hikûmeta Iraqê raporta tekoşîna li dijî gendeliyê aşkera bike
Cîgirê serokê parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad civîna çapemeniyê de got: ‘’Pêwîste serokê encûmena wezîran û serokê encûmena dadweriyê raporta xwe pêşkeş bikin, ka çi kirine. Hikûmet heta çi astekî bernameya karê xwe bicîh aniye û dadgeha bilind li Iraqê bi rêyên yasayî ve heta çi astekî kariye tekoşînê li hember gendeliyê bike. Ev hemû dê rûniştina yekem de bên kirin, di rûniştinên pêş de serokatiyên lijneyên nav parlamentoyê dê bên zelal kirin, piştre gotûbêja temam kirina kabîneya hikûmetê û karên din dê bên kirin.’’
Herwaha got: ‘’Parlamentoya Iraqê bi awayekî giştî, fraksiyonên kurd bi awayek taybet dê kar bikin ji bo pirsgirêkên navbera Kurdistanê û Iraqê de hene wan çareser bikin. Naha ji bo çareseriya pirsgirêkan îradeyekî baş em dibînin li Bexdayê. Peyvendiyên navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê di astekî baş de ez dibînim û di demekî nêzîk de piraniya pirsgirêkan dê çareser bibin.’’
Beşîr Hedad diyar kir: ‘’Wezareta dad heta naha zelal nebûye, wan rojane PDK û YNK li ser hemû pirsên siyasî yên herêma Kurdistanê û Bexdayê dê rêkbikevin. Wê demê dê diyar be PDK û YNK li ser kî rêkdikevin bo wezareta dad. ‘’
Basnews
