Akar: Bo êrîşa ser Minbicê li benda fermana Erdogan in
Hulusî Akar di dema serdana navendeke leşkerî li bajarê Agirî li Bakurê Kurdistanê de ragihand, hêzên Tirkiyê di amadebaşiya temam de ye ji bo destpêkirina operasyona leşkerî li ser Minbic û rojhilatê Firatê, lê li benda femana Serokomar in.
Herwiha got: “Rê nadin ewlehiya welatê me rûbirûyî ti gef û metirsiyê bibe, divê ti kesek gûmanê nebe ku rê dê ji bo wan hebe, ji ber ku Tirkiye ti carî dest ji serwerî û serxwebûna xwe bernade.”
Akar amaje bi wê kir, “Tirkiye rê nade karîdorek ji teroristan re li bakurê Sûriyê çê bibe. Çavê Tirkiyê ne li xaka ti welatekî cîran e û rêz li yekîtiya xaka wan welatan digire û berî hemûyan jî Iraq û Sûriye.”
Piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, gefên destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê ji aliyê Tirkiyê ve zêde bûye.
Lê Washington li ser zarê gelek rayedaran dibêjin, ew bê parastina Kurd ji Sûriyê venakişin. Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jî tekez kir, heger Tirkiye êrîşî ser Kurdan hevpeymanên Amerîka li Sûriyê bike, dê bacê bide.
K24
