• Friday, 20 February 2026
logo

AFAD: Di erdhejê de 38 hezar û 44 kesan canê xwe ji dest dane

Gulan Media February 17, 2023 Nûçe
AFAD: Di erdhejê de 38 hezar û 44 kesan canê xwe ji dest dane

 Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, heta niha di erdheja Mereşê de li 11 bajaran 38 hezar û 44 kesan canê xwe jidest dane û 108 hezar û 68 kes jî birîndar bûne.

AFADê 17ê Sibata 2023an amarên nû yên erdheja Mereşê eşkere kirin. AFAD dibêje, piştî erdheja 6ê Sibatê 4 hezar û 734 erdhejên paşekî çêbûn.

AFADê ragihand ku li 10 parêzgehên ku erdhejê bandor lê kiriye 172 hezar û 225 çadir hatine danîn.

Li herêmê hêj 29 hezar û 944 personelên lêgerîn û rizgarkirinê dixebitin.

Hejmara personelên lêgerîn û xilaskirinê yên ji welatên din gihîştiye 11 hezar û 488 kesan.

Ji bo herêma erdhejê 12 hezar û 513 makîneyên kar hatine şandin.

Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.

Erdhejê bandor li Mereş, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî, Hatay, Osmaniye, Xarpêt, Edene û Amedê jî kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina bi sedan kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din.

Rudaw

Top