Belênderê ku dixwest piştî erdhejê bi belemê bireve hat desteserkirin
Li navçeya Marmarîsê ya ser bi bajarê Mugla yê Tirkiyê belênderê ku di çarçoveya lêkolîna avahiyên piştî erdhejê hilweşyiyane de, derbarê wî de biryara girtinê hatibû dayîn, dema hewl dida bi belemekê bireve derveyî welat hat girtin.
Piştî erdheja Mereşê bi biryara Wezareta Dadê ya Tirkiyê derbarê wan avahiyên ku li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hilweşiyane de lêkolîn hatine destpêkirin.
Dadgheha Mereşê jî di çarçoveya wê lêkolînê de, piştî hilweşîna beşek ji avahiyan li Mereşê derbarê belênderê (muteahît) bi navê Mesut Başkir de biryara girtinê da.
Li gor zanyariyan Roja Pêncşemê 16ê Sibata 2023an belênderê navborî xwestiye li li sînorê navçeya Marmarîs a ser bi bajarê Mugla yê yê Tirkiyê bi rêya deryayê bireve derveyî welat.
Hêzên Ewlekariya Perevan ên Muglayê li ser agahdarkirinê operasyonek pêkanîn û Mesut Başkir bi tohmeta ku bûye sedema mirin û birîndarkirina bi enqest di belemekê de desteserkirin.
Hat ragihandin gumanbarê navborî piştî karûbarên yasayî yên li navenda Ewlekariya Muglêayê bo parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê hatiye birin.
Di erdheja 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çê bû û bi hezaran kesan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Piştî erdhejê bi biryara Wezareta Dadê ya Tirkiyê derbarê wan avahiyên ku li 11 parêzgehan hilweşiyane lêkolîn hatine destpêkirin.
Li gor amarên dawî ku roja 16ê Sibata 2023an Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihandine hejmara kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dane 36 hezar kes derbas kiriye. Kar û xebatên lêgerîna li pey qurbaniyan berdewam in û amar her zêde dibin.
Ev di demekê de ye Wezarê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê ya Tirkiyê roja Dûşemê 16ê Sibata 2023an ragihand 56 hezar 80 avahî piştî erdhejê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê an hilweşiyane, an divê bilez bên hilweşandin an jî zerereke giran gihiştiye wan.
Rudaw
