Emîrekî DAIŞê xwe radestî HSDê kir
Lîlwa Ebdullah eşkere kir ku wan di vê operasyona herî dawî de 200 jin û zarokên Kurdên Êzidî ji nav destê DAIŞê rizgar kirin.
Karwana dawî ji Baxozê derket û emîrekî çekdarên DAIŞê xwe radestî HSDê kir, ku ew xelkê Bosnayê ye. Jinên çekdarên DAIŞê jî, telefon û kartên memoriyan di nav pêçek û cilên zarokên xwe de vedişêrin û hewla derbaskirina wan bo nav kampan didin, car caran jî çek bi wan re hatine girtin.
Şervaneke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) diyar kir ku çekan vedişêrin, tiştek li wan xuya nabe.
Kes ji bajarokê Baxoz derneketiye ku ji xelkê Baxozê be, tevahiya wan biyanî ne, bi zimanên cuda cuda diaxivin.
Jineke DAIŞî ji Rûdawê re got: “Min tenê zaroka xwe derxistiye, ez cihekî baş bo zarokê xwe dixwazim, bavê wî miriye.”
Piştî ku di heyama 10 rojan de şeş karwanên welatiyên sivîl û malbatên DAIŞê hatin derxistin, êrişa dawî li dijî wê rêxistinê hat destpêkirin. Berdevka Operasyona Bagera Cizîrê behsa dîtina goreke bi kom di dema pêşveçûna şervanan de dike.
Berdevka HSD Lîlwa Ebdullah ji Rûdawê re ragihand: “DAIŞê gelek keç û zarokên Êzidî di dema şer de revandibûn, di dema pêşveçûna hêzên me de me 200 jin û zarok rizgar kirin, di heman demê de me termên gelek jinên Êzidiyan li navçeyê dîtin, ti hejmarek diyar li ba me li ser Êzidiyan nîne, lê bi dehan li navçeyên DAIŞê hatine dîtin.”
Bi sedan serkirdeyên DAIŞê biryara şer hilbijartine û şerê jinavbirina wan li Baxozê li pêş e.
Rudaw
