• Friday, 20 February 2026
logo

Bajardariyên Hewlêr û Parîsê projeyên hevbeş cîhbicîh dikin

Gulan Media February 17, 2023 Nûçe
Bajardariyên Hewlêr û Parîsê projeyên hevbeş cîhbicîh dikin

Serokwezîr serdana şaredariya Parîsê kir.

Êwara îro pêncşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana şaredariya Parîsê kir û pişt re jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Êwara îro me serdana Serokatiya bajardariya Parîsê kir û ji aliyê Seroka bajardariya Parîsê birêz xatû Ann Idalgo ve pêşwaziya me hate kirin.

Seroka bajardariya Parîsê kêfxweşiya xwe li hember serdana me diyar kir û balkêşande ser vê yekê ku, Kurdistan xwedan pêgeheke taybete di nava dilê Frensiyan de û behsa serdanên xwe yên bo herêma Kurdistanê kir û amadebûna xwe jî bo cîhbicîh kirina proje û karên hevbeş li gel bajardariya Hewlêrê diyar kir.

Me jî rêzdariya xelkê Kurdistanê bo berdewamiya piştîvaniyên gelê Franseyê diyar kir û spasiya bajardariya Parîsê jî kir bo ev hevkariyên ku, weke deste xuşik pêşkêşî bajardariya Hewlêrê kiriye.

Top