• Sunday, 15 February 2026
logo

Pervîn Bûldan bersiva Erdogan da: Tu dê herî em na!

Pervîn Bûldan bersiva Erdogan da: Tu dê herî em na!
Hevseroka Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Bûldan bersiva serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da ku gotibû, li Tirkiyê Kurdistan nîne bila biçin Kurdistana Iraqê.

Ev çend roj in serokê Tirkiyê û serokê giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, di mîtîngên partiya xwe de, ji ber ku hevserokê HDPê Sezaî Temellî navê Kurdistanê anîbû ziman, bi tundî êrişî HDP û kurdan dike.

Erdogan di mîtîngan de wiha dibêje: “Dibêjin emê li Kurdistanê bi ser bikevin…! Ma li vir Kurdistan heye!? Na nîne! Li Iraqê Kurdistan heye bila biçin wir…!”

Hevseroka HDPê Pervîn Bûldan, duh di mîtînga partiya xwe de li bajarê Şirnexê bersiva Erdogan da û got: “Ji me re dibêjin vî welatî biterikînin û herin. Ev welat yê me ye, ev xak ya me ye. Şirnex ya me ye, Wan ya me, Enqere, Stenbol û Tirkiye ya me ye. Tenê kesek heye ku divê here, ew jî Erdogan e. Emê 31 Adarê wî û partiya wî bi hev re bavêjin zibildanka dîrokê û emê wan bixin binê sindoqan…!”

Basnews
Top