Hevdîtin ji bo “Pêkanîna Hêza Hevbeş” li Şingalê
Şêwirmendê Asayişa Neteweyî yê Iraqê Falih Feyyaz ligel rêberên Kurdên Êzdî û fermanberan re civiya.
Jêderek di kombûnê de beşdarî kirî, ji K24 re eşkere kir, ku “Armanca seredana şand a Hêzên Ewleyî ya Iraqê, komkirina hêzên herêmê û şervanan di bin sîwanek a Hêzên Hevbeş de ye”.
Tê diyarkirin, ku ev helkeft liser pêşniyara Fermanderê Hêzên Parastina Êzîdxanê li Şingalê Heyder Şeşo ve pêkhatiye.
Ligor Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzdî Heyder Şeşo, baştirîn rê ya parastina sivîlan, pêkanîna hêza hevbeş a ewleyî ye.
Piştî êrîşa rêxistina terorî ya DAIŞê, bi sedhezaran Kurdên Êzdî ji cîh û warên xwe bûn. Gelek reviyan û li welatên dewrûber û welatên Rojava bûn penaber.
Berî êrîşa DAIŞê li Kurdistanê û Iraqê 550 000 Kurdên Êzdî dijiyan. Lê, ligor Nivîsîngeha Rizgarkirina Êzdiyan, derdora 360 000 Kurdên Êzdî cîh û warên xwe bicîh hiştin û penayê derve kirin.
Piştî rizgarkirina deverê ji destê DAIŞ û heta niha 69 gorên bi kom hatine eşkere kirin.
Bi piştgiriya Hêzên Hevpeymanan, Hêzên Pêşmerge bi Serokatiya Serok Barzanî di Mijdar a 2015an de Şingal rizgar kirin.
Niha, bi egera rewşa aloz û dagîrkeriya deverê ji alî Heşda Şabî û Hêzên Iraqê ve, Kurdên Êzdî venegarin cîh û warên xwe.
K24
