Cotyar Adil: Me bi Bexdayê re li ser bûdce û deriyan lihevkirinek destpêkî pêkanî ye
Roja Pêncşem 16.02.2023, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil di civînekî çapemeniyê de behsa 3 mijaran kir ku ew pêktên, yekem serdana şanda Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê, duyem; serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo Îmaratê û îro jî serdana Fransa û hevdîtina wî ya bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re û mijara sêyem jî; raporta şîrketa Deloitte ya derbarê daneyên herî dawî yên petrola Herêma Kurdistanê.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil got, şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê li gel Wezareta Petrola Iraqê civiya û li ser pirensîpên sereke yên amadekirina yasaya petrol û gaza Iraqê gotûbêj kirin û vê derbarê de geheştine rêkeftineke serekî û biryare roja yekşema pêş şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê vegere bo Bexdayê û ew gotûbêj dê berdewam bin.
Berdevkê Hikûmetê got ku duyemîn civîna şanda Herêma Kurdistanê li gel deriyên sînorî yên Iraqê ji bo dîtina çawaniya hemahengiyê di çarçoveya gumrikê de û derbarê nehiştina qaçaxçîtiyê gotûbêj pêk hat û herwiha behsa deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê jî hate kirin ku ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê fermî ne, lê hîn bi awayekî fermî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bi fermî nehatine naskirin û lihevkirinên pêşîn hatine kirin.
Dr. Cotyar Adil diyar kir ku sêyemîn civîna şanda Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Plandanan a Iraqê ji bo gotûbêjkirina projeyasaya bûdceyê bû û tekez kir, ku rêkeftineke destpêkê li ser pirensîpên giştî di navbera her du aliyan de heye.
Derbarê serdana Serokê Hikûmetê ya ji bo Kendav a Erebî jî Cotyar Adil got: "Ev serdan ji bo beşdarbûna di lûtkeya hikûmetên cîhanê de bû, helbet peywendiyên me yên li gel welatên Kendavê roj bi roj ber bi pêş ve diçin û di civînan de mijarên girîng ên girêdayî veberhênana li Herêma Kurdistanê û hikûmetên Kendavê hatin vexwandin ku, li Herêma Kurdistanê sermayeguzarî bikin û vexwandina wî jî hat qebûlkirin û di demeke nêzîk de proseya veberhênana welatên Kendavê li Herêma Kurdistanê dest pê dike.”
Herwaha got, îro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Serokomarê Fransayê dê bicive û dê behsa hin mijarên siyasî, aborî, veberhênanê bikin û diyar kir; hikûmeta herêma Kurdistanê û Fransa xwedî peyvendiyên dîrokî ne û Fransa herdem roleke giring di bûyerên herêma Kurdistanê û Iraqê de hebûye.
Derbarê raporta Deloitte de jî, Berdevkê hikûmetê ragehand, ew raport li ser malpera fermî ya hikûmetê hatiye belavkirin û ji bo hikûmetê giringe haya xelkê ji proseya petrolê hebe û diyar kir ku di vê raportê de derdikeve ku yekem care bi hewldana Serokê Hikûmetê ve xercên hikûmetê sedî 16 hatiye kêm kirin.
Basnews
