Hejmara qurbaniyên erdhejê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi ser 36 hezar kesî ket
Hejmara kesên di erdhejên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de canê xwe ji dest dane, derket 36 hezar û 187 kesan.
AFADê ragihand, piştî 2 erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ku navenda wan li navçeyên Pazarcix û Elbîstana Mereşê bûn, 4 hezar û 323 piştlerze pêk hatin.
Di encama erdhejê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Diyarbekir, Meletî, Semsûr, Edene, Osmaniye, Hatay, Kilîs û Elezîzê de 36 hezar û 187 kesan canê xwe ji dest dan û 108 hezar û 68 kes jî birîndar bûn.
Hate tomarkirin ku 216 hezar û 347 ziramendên erdhejê ji herêmê ji bo parêzgehên din hatine veguhestin.
K24
