Di erdhejê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 6100 welatiyên Sûriyê canê xwe jidest dane
Çalakvanê Sûriyeyê Taha Elgazi ragihand ku di erdheja Mereşê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heta niha 6100 welatiyên Sûriyê canê xwe jidest dane.
Rojnamevanê Tirk Yildiray Ogur, derbarê rewşa welatiyên Sûriyê di erdhejê de bi çalakvanê Sûriyeyî yê li Tirkiyê Taha Elgazi re axivî.
Yildiray Ogur dibêje: “Herêmên erdhêjê cihên ku herî zêde welatiyên Sûriyeyî li dijîn. Li Antakya, Mereş, Urfa, Antep, Nurdagi, Islahiye û Samandagê bi hezaran Sûriyeyiyan canê xwe jidest dane yan hê jî di bin kavilan de ne. Bi taybetî li taxên kevin ên wêranbûyî yên Antakya, Nurdagi û Islahiyeyê hejmareke zêde ya Sûriyeyiyan hebû. %70yê niştecihên Kolana Salipazari ya Taxa Emekê ya Antakyayê ku bi erdê re bû yek Sûriyeyî bûn.”
Li gor amarên ku Yildiray Ogur ji çalakvanê Sûriyeyî Taha Elgazi wergirtine, heta niha ji bin kavilan 6 hezar û 100 termên Sûriyeyiyan hatine derxistin û hatine veşartin.
Ji 6 hezar û 100 Sûriyeyiyên ku canê xwe jidest dane, 3 hezar û 800 li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine veşartin û 2 hezar û 306 kes jî bo Sûriyê hatine şandin û li wê derê bi axê hatine spartin.
Rudaw
