• Friday, 20 February 2026
logo

Oldarekî Kurd li Mehabadê hate revandin

Gulan Media February 16, 2023 Nûçe
Oldarekî Kurd li Mehabadê hate revandin

Ev du roje çarenivîsa wî nediyare.

Li gor zaniyariyên berdest hêzên rejîma Îranê roja 14ê Sibatê li gundê Muxan ya li Mehabadê oldarekî Kurd û Mamosteyê Olî û îmamê vê gundê Mele Fethula Rostemî revandine.

Hate zanîn ku, rixmî hewldanên malbet û kesûkarên wî, heta niha çarenivîsa wî nediyare û kes nizane ev oldarê Kurd li kûderê girtiye û çi bi serê wî hatiye.

Top