Nûnerê NYê: Kurd beşek in ji proseya siyasî ya Sûriyê
Nûnerê NYê yê karûbarê Sûriyê Geir Pedersen di gotareke li encûmena asayîşa navnetewî de ragehand, Hêzên Sûriya Demokart (HSD) nûnertiya kurdan nake û beşek nîne ji proseya siyasî ya wî welatî.
Geir Pedersen ragehand, beşdarnebûna HSDê ya proseya siyasî ‘’Dibe ku di pêşerojê de bibe sedemê ava bûna pirsgirêkan û pêwîste bi awayekî bê çareser kirin.’’
Nûnerê NYê yê karûbarê Sûriyê diyar kir, kurd li Sûriyê beşek in li proseya siyasî ya wî welatî û ev yek wek amajeyek bo Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) anî ziman.
Basnews
