11 sivîlên Efrînî bi “perçekirina” Tirkiye tên tometbar kirin
Li bajarê Tirkiyê Hatayê, 11 Sivîlên Efrinî, ku ji aliye grûbên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatibûn girtin, bi tometa Tirkiyê perçe bikin, tên tewanbar kirin.
Serdozgeriya Hatayê, ji dadgehê daxwaz kir, ku van 11 kesan jiber ku xwestin e Tirkiyê perçe bikin û mirovan bikujin, cezayê zîndanê xwest.
Parêzerên 11 Sivîlên Efrînî jî, mûwekilên xwe parastin û gotin: dadgehê hîç delilek ber biçav nîn e, ku ev 11 welatiyên sivîl, li dijî Tirkiyê tawanek kiribin.
Xizmên 11 sivîlan jî, dan zanîn, ev 11 kes sivîl in, rasti eşkenceyên derveyî mirovahiyê hatin e û eleqa wan bi YPGê nin e.
Doza 11 Sivîlên Efrinî, bo 25 Adarê hat paşxistin.
K24
