• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerîka: PKK di lîsteyê Rêxistinên Terorê da dimîne

Amerîka: PKK di lîsteyê Rêxistinên Terorê da dimîne
Rêvebiriya Amerîkayê 5 salan carekê lîsteya rêxistinên terorê rojane dike û rêvebiriyê diyar kir, PKKya ku di sala 1997an da kirin nav lîsteya Rêxistinên Terorê yên Biyanî (FTO) wê di lîsteyê da bimîne.

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser PKKya rêxistina terorê sekinî.

Di daxuyaniyê da hat gotin, PKK ji 20 salan zêdetir e ku di lîsteya rêxistina terorê da ye û di vê maweyê da li dijî tehdîda PKKyê ew bi Tirkiye û mitefîqên wê ra dixebite.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: “PKK li Ewropa û cihên din ji bo bidestxistina fonê dixebite Amerîka, bi van xebatan ra têkoşînê dide. Ji aliyekî din va Amerîka girêdayî şirîkatiya Tirkiyeya mitefîqê NATOyê ye. Biryara îro ji gelê Amerîka û civaka navneteweyî ra dide ragihandin ku PKK hê ji bo wan wek rêxistina terorê dimîne. Her wiha PKK ji sala 2001ê vir va di Lîsteya Terorîstê Kurewî ya Ku Wek Taybet Hatiye Kifşkirin da cih digre.”

Waar.tv
Top