Heta niha beşekî mezin ji xelkê Cindirêsê alîkarî wernegirtine
Piştî 10 rojan ji erdhejê û tevî gihiştina beşekî ji alîkariyên mirovî, lê hêj gelek xelk jê bê par in û di nava otombîlên xwe radizin, weke mînak jina bi navê Sozan Ebdulla, ligel neh endamên du malbatan li nav otomobîlekê radizin dibêje min zarokekî sava heye û rewş zehemet e.
Piştî deh rojan ji erdhejê, û tevî gihiştina beşekî ji alîkariyên mirovî, hêj gelek nişteciyên bajarokê Cindirêsê yê ser bi Herêma Efrînê, li bin serma û baranê ne.
Sozan Ebdulla, ligel neh endamên du malbatan li nav otomobîlekê radizin, lewra wan ti çadir û kon wernegirtiye.
Rizgarbûyek ji erdherjê li Cindirêsê Sozan Ebdulla dibêje: “Ez mamosteya dibistanê bûm, li nişteciya avahiyê bûm, spas ji Xwedê re ez û malbata xwe ji erdheja xurt rizgar bûn, bi saya Xwedê bû, ez hatim nav otomobîla mamê xwe, em li nav wê bicih bûn, reewş li vê derê zehmet e, bi taybetî zarokê min ê sava heye. Em du malbat in, em deh kes in, em bi awayekî rûniştî radizin.”
Bi gotina rizgarbûyekî din, ji erdhejê rewşa ku tê de dijîn gelekî trajedîk e û pêwîstiya wan jî bi kon û çadiran heye.
Rizgarbûyek ji erdherjê li Cindirêsê Ebdulrehman Hac Ehmed jî got: “Elektrîk nîne, av nîne, paqijî nîne, rewş gelekî trajedîk e, gelekî trajedîk e, ez ne behsa xwe û taxa xwe dikim, lê belê li navçeya Cindirêsê, li nav bajarê jî rewş trajedîk e. Hemû malbat wiha dijîn. Em bîr li paşerojê nakin, rewşa me ne ya wê yekê ye, lê belê tiştê em niha dixwazin çadirek yan du çardir in, du kon in, ji bo malbat lê bicih bibin.”
Li gorî Tîmên Berevaniya Sivîl a Sûrî û Tîmên Kumsipiyan, di encama erdheja roja Duşemê 06ê Sibata 2023yan de, li hemû navçeyên Bakurê Rojavayê Sûriyê, di nav de jî Efrîn û Cindirês û deverên din ên Rojavayê Kurdistanê, bêhtir ji 2 hezar û 274 kesî canên xwe jidest dane û bêhtir ji 12 hezar û 400 kesî birîndar bûne, lê her ev amar ne yên dawî ne, ji ber ku egera zêdebûna qurbaniyan heye.
Rudaw
