Li Nîjerya ji ber belavbûna şewba Dîfterî hejmara miriyan gehîşt 40 kesan
Li welatê Rojavayê Afrîkayê Nîjeryayê ji ber belavbûna şewba dîfterî hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan geheştin 40 kesan.
Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrolkirina Nexweşiyan a Nîjeryayê (NCDC), ji Kanûna 2022'an û vir ve li her 5 eyaletên welat şewba dîfterî belav bûye.
Di nava wê demê de li eyaletan 523 bûyerên gumanbar ên dîfteryayê pêk hatine û 216 testên ku hatine kirin de erênî (pozitif)derketin e.
Ji rayedarên NCDCê Dr. Bola Lawal di derbarê wê belalbûnê de daxuyanî da û diyar kir, kesên ku bi nexwaşiyê ketine têne derman kirin.
Dîfterî ku weke felca çûkan jî tê zanîn, mikroorganizma bi nave "corynebacterium diphtheriae" bi ketina qirik, çav û çerm de derdikeve holê.
Herwaha ev nexwaşiya ku ji kesekî bo kesekî din vediguheze ji mirinan re rê vedike.
Basnews
