Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hevxemiya serkirdeyên Kurdistanê gihand kesayetên Efrînê
Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî mazûvaniya rûspî û kesayetiyên herêmê kir. Armanca mazûvaniyê ew bû sersaxiya serkirdayetiya Herêma Kurdistanê bigihîne Rojavayê Kurdistanê. Hevdem behsa hevkariyên dezgeha navborî bo Rojavayê Kurdistanê hat kirin.
Di çend rojên borî de, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 2 karwanên alîkariyên mirovî ku ji xwarin, çadir, cilûberg, betanî û dermanan pêk dihat derbasî bajarên Efrîn û Cindirêsê kirin.
Li Efrînê berpirsên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ligel kesayetî û rûspiyên deverê civiya. Di civînê de Serokê Dezgehê Mûsa Ehmed sersaxiya serkirdayetiya Başûrê Kurdistanê gihande xelkê Efrînê û behsa hevkariyên dezgehê ji bo Rojavayê Kurdistanê kir. Her wiha bi riya telefonê jî serok Mesûd Barzamî ligel xelkê Efrînê axifî.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed got: “Bi navê Serok Barzanî û bi navê Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û bi navê hemû xelkê Herêma Kurdistanê sersaxiya we dikin. Bi rastî niha dilê hemûyan li cem we ye. Ev karesateke mezin û nexweş e. Berî vê karesatê jî me weke Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hewl daye xwe bigihînin we. Dibe ku niha çend kes li vê derê hebin şahidiya wê hewla me bikin. Lê mixabin çênebû. Me bi rêya Kurdan, bi rêya Neteweyên Yekbûyî û gelek saziyên din hewlda ku vê yekê pêk bînin.”
Tîmekî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi armanca gihandina alîkariyê li Rojavayê Kurdistanê ne û alîkariyê bi ser mexdûrên erdheja 6ê Sibatê de dabeş dikin.
Li gor rapora alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, yekem karwanê hevkariyên dezgeha navborî bo Efrînê roja 11ê Sibatê hatiye şandin û ji 13 barhilgiran pêk dihat ku xorak, av, cilûberg, betanî û derman li xwe digre. Bi rêya wê alîkariyê zêdeyî 3 hezar malbat sûdmend bûn.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) li Efrînê Hisên Îbiş bi navê xelkê Efrînê spasiya Herêma Kurdistanê û Serok Mesdû Barzanî kir.
Roja 13ê Sibatê karwanê duyem ê alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gehişte sînorê Efrînê û li gor dezgeha navborî, ew hevkarî ji çadir, betanî û alavên avahîsaziyê pêk tên û bi ser xelkê mexdûr de tên dabeşkirin. Ji xeynî wê jî, Dezgeh Xêrxwazî ya Barzanî dibêje, di çend rojên pêş de tîmê pizîşkî dişînin herêma Efrînê.
Rudaw
