• Sunday, 15 February 2026
logo

Serkirdeyekî PDKê: Berhem Salih nûneratiya kurdan nake

Serkirdeyekî PDKê: Berhem Salih nûneratiya kurdan nake
Endamê Serkirdayetiya PDKê Elî Ewnî ragehand ku, Berhem Salih nûneratiya kurdan nake û red dike ku, wan hewla asayîkirina pêwendiyên li gel kiribe.

Piştî çend medyayên YNKê belav kirin ku, Huşyar Zêbarî daxwaza asayîkirina pêwendiyan li gel Berhem Salih kiriye, endamê Serkirdayetiya PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re ragehand ku, ti bingeha vê nûçeyê tuneye û dûre ji rastiye.

Elî Ewnî da zanîn ku, yek ji daxwazê YNKê bo danûstandinên li gel PDKê ew bû ku, Serok Barzanî pêşwaziyê li Berhem Salih bike lê Serok red kir.

Endamê serkirdayetiya PDKê got ku, berî Berhem Salih hevalên Hevpeymaniyê bicih bihêle û hurmeta YNKê bigre cenabê serok jê re got ku, eger divê xwe bo posta serokkomar kandîd bike ewê piştgiriya wî bikin û zemîneyê li gek YNKê çak bikin.

Endamê Serkirdayetiya PDKê Elî Ewnî da zanîn ku, Berhem Salih ne di hisabê me de ye û PDKê pêşwaziya wî nake û di nerîna me de wî xedir bi kurd û Kurdistanê kir û nûneratiya kurdan nake, ji ber ew biryara di destê kurdan de bu xiste destê ereban wate ew bi dengê xelkên din bûye serok ne bi dengê kurdan.
Top