• Friday, 20 February 2026
logo

Kerkûk – Hêzeke artêşa Iraqê dixwaze bi hezaran donim erdê kurdan bike navçeya niştecîhbûna efserên xwe

Gulan Media February 14, 2023 Nûçe
Kerkûk – Hêzeke artêşa Iraqê dixwaze bi hezaran donim erdê kurdan bike navçeya niştecîhbûna efserên xwe

Li gundekî kurdan a nêzîk bajarê Kerkûkê efserên firqeyekî artêşa Iraqê kar kirine bo ku 6 hezar donim erdê gund dagir bikin û bikin navçeya niştecîhbûnê bo efser û leşkerên artêşê yên li sînorê Kerkûkê.

Li gor zanyariyên BasNewsê efserên firqeyekî artêşa Iraqê ku naha li gundê Topzawa ya ser bi Kerkûkê bicîhbûne, duh 13.02.2023yê, cotkar agahdar kirine ku êdî kar li ser wan erdên çandiniyê nekin, ji ber ku ew dê bicîh bibin.

Beşek ji rûniştvanên gund kombûn û nerazîbûna xwe nîşan dane û daxwaz dikin kar bê kirin ku rêgirî li wan bê kirin ku dixwazin zeviyên gundê wan dagir bikin.

Berpirsê Komîteya Topzawa ya YNKê Îsmaîl Mistefa ji BasNewsê re ragehand: Di sala 1987ê de beşek ji rûniştvanên gundê Topzawa ya ser bi Kerkûkê ku nêzîkî bajarê Kerkûkê ye, di çarçoveya siyaseta erebkirinê de hatin veguhestin û beşek ji zeviyên cotkarên kurd ên gund jî ku tapoyên wan jî hebû hatin îstîmlak kirin û xistin ser wezareta berevaniya Iraqê. Piştre jî bi peyman karê çandiniyê ji erebên hawirde re hate dayîn. Bi taybet kurd xwedî tapoya gelekî kevin in, lê piştî sala 2003yê ve erebên hawirde vegeriyan û cotkarên kurd zeviyên xwe wergirtin, lê pirsgirêk her mabû.

Herwaha got: ‘’Divê li gor hemû belgeyên berdest ew erd bi awayekî yasayî vegerînin ji bo cotkarên kurd, lê nehate kirin û piştî 16ê cotmeha 2017ê jî erebên hawirde vegeriyan û peymana xwe anîn û digotin ew erd yên me ne. lê bi zîrekî ya xelkê ve rê nehate dayîn ku wan zeviyan dagir bikin.’’

Îsmaîl Mistefa diyar kir: ‘’Demeke firqeya 11 ya artêşa Iraqê hatine bo sînorê gund û dixwazin zêdetir ji 6 hezar donim erdê sînorê gundê Topzawa dagir bikin û plan danîne bo wê yekê û piştre jî dabeş bikin li ser efseran û leşkerên artêşa Iraqê û bikin cîhê niştecîhbûna xwe. Wekî çawa di dema Beis de navçeya niştecîhbûnê dihatin ava kirin ji bo efserên artêşê yên li bajaran û navê wê datînan ‘’Hey Zubat’’ ango efser û gundê Topzawa jî li bajarê Kerkûkê nêzîke, ji ber wê jî dixwazin wî karî bikin û nivîs li îdareya Kerkûkê ve anîne bo ku wî karî bikin, bê ku li berçav derbas bikin ku ev yek ereb kirin û navçe bixwe jî navçeya madeya 140 a destûra Iraqê ye.’’

Cotkarekî gundê Topzawa yê bi navê Kemal Dawud jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Eger demekî kurt de berpirsên kurd li Bexda li ser hewla dagirkirina erdên me kar nekin, tişta ku naha heye ereb kirine li gundê me tê kirin û erd û zevî jî dê bi temamî bên dagir kirin.’’

Herwaha got: Berî naha hêzên Iraqê xwestin ew avahiya ku nav gundê me de ye û berê enfalbûyî têde dihatin ragirtin, dixwastin wê avahiyê bikin binke, lê xelkê rê lê girt, lê ev hewla nû ye û rijd in wan zeviyan dagir bikin.

 

Basnews

Top