• Friday, 20 February 2026
logo

Kurdistan bo civîna civata hevkariya Kendavê hat vexwendin

Gulan Media February 14, 2023 Nûçe
Kurdistan bo civîna civata hevkariya Kendavê hat vexwendin

Serokwezîrê Kurdistanê li gel Emîndarê nû yê vê civatê civiya.

Îro li Dubayî Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Emîndarê nû yê civata hevkariya Kendavê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro di çarçoveya beşdarî kirinê di komcivîna cîhanî ya hikûmetan de, li bajarê Dubayî me pêşwaziya Emîndarê giştî yê nû yê civata hevkariya welatên Kendavê birêz Casim Mihemed Elbedêwî kir.

Me pîrozbayiya destbikar bûnê li wî kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest û tekez li ser girîngiya pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û welatên Kendavê de kir.

Emîndarê giştî yê nû yê civata hevkariya welatên Kendavê jî bi fermî daxwaz ji herêma Kurdistanê kir daku, beşdarî di civîna civata hevkariya welatên Kendavê bike û xwesteka welatên Kendavê yê bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê diyar kir.

 

Top