Di pevçûnên heftiyekî de li Somaliyê de 81 kes mirin, 490 kes jî birîndar bûn
Di pevçûnên li bajarê Las Anod ê di navbera hêzên Somalîland û mûxalîfan de, ku bi awayekî yekalî li Somalî serxwebûna xwe îlan kir, di nava heftiyekî de 81 kesan jiyana xwe ji dest dan, 490 kes jî birîndar bûn.
Rêvebirê giştî yê nexwaşxana Las Anod Ebdîmecîd Husên Sugulle di daxuyaniya xwe de ragehand, di pevçûnan de navenda tibê jî hatiye bombebaran kirin û diyar kir ger pevçûn berdewam bikin ew nikarin bi qasî pêwîst derman û melzemeyên tibî bi dest bixin.
Sugulle diyar kir heta naha 81 kes hatine kuştin û 490 kes jî birîndar bûne.
Basnews
