Li zanîngeheke Amerîkayê de êrîşa çekdarî pêkhat 3 kes mirin
Li Amerîkayê di Kampûsa Zanîngeha Eyaleta Mîchigan’ê de êrîşeke çekdarî pêk hat, di encama êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya polîsê Zanîngeha Eyalet a Michigan a Amerîkayê, duh şev di Kampûsa Zanîngehê de êrîşa çekdarî pêkhat.
Di êrîşê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 5 kesên birîndar jî ji bo nexwaşxanê hatin rakirin. Polîs ragehand gumanbar piştî êrîşê xwe kuşt.
Di êrîşê de hê jî armanca gumanbarê ku navê wî nehatiye diyarkirin nehate zanîn, ka ji ber çi ew êrîş pêkaniye.
Di Zanîngeha Eyalet a Michgan ku nêzîkê 50 hezar xwandekarên wê heyî de, wane jî di nav de, hemû çalekiyên Kampûsê bo 48 demjimêran hatin rawestandin.
Basnews
