Iraq: 11 welatiyên me di erdhejê de li Tirkiyê mirine
Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, ku li gor agahiyên wan di encama erdheja 6ê Sibatê de heta niha 11 welatiyên Iraqê li Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane.
Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 ku navendên wan li navçeyên Bazacix û Elbistan ên parêzgeha Mereşê bûn, 10 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejandin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf roja Duşemê 13ê Sibata 2023an ji Rûdawê re got, di erdheja 6ê Sibatê de 11 welatiyên Iraqê li Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane.
Ehmed Sehaf ragihand, ku ew dê roja Sêşemê du balafirên din ên alîkariyan bişînin Tirkiyê û diyar kir, ku alîkariyên Iraqê ji tiştên raxistinê wek mafûr, herwiha çadir û amûrên germkirinê pêktê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê herwiha got, “Em bi rayedarên pêwendîdar ên Tirkiyê re agahiyên dawî ji nêz ve dişopînin.”
Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 ku navendên wan li navçeyên Bazacix û Elbistan ên parêzgeha Mereşê bûn, 10 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejandin.
Di encama erdhejê de wêraniyek mezin li herêmê çê bûye û bi hezaran avahî hilweşiyane, herwiha bi hezaran kes mirine û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne.
Li gor amarên herî nû yên AFADê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê heta niha 31 hezar û 643 kesan di erdhejên 6ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane.
Rudaw
