• Friday, 20 February 2026
logo

Demirtaş: Paşxistina hilbijartinê darbeya siyasî ye

Gulan Media February 14, 2023 Nûçe
Demirtaş: Paşxistina hilbijartinê darbeya siyasî ye

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ragihand ku tenê Parlementoya Tirkiyê di rewşa şer de dikare biryara paşdexistina hilbijartinê bide û got: “Paşdexistina hilbijartinê darbeya siyasî ye.”

Piştî erdheja 6ê Sibatê û karesata ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çêbû mijara paşxistina hilbijartinên Tirkiye jî bûye mijara siyasetmedarên wî welatî.

Di derbarê vê yekê de hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku ji 2016ê ve di girtîgreha Edene de girtî ye, li ser hesabê xwe yê Twtterê bi belavkirina çend peyaman ev mijar nirxan û got paşdexistina dema hilbijartinê tenê parlementoya Tirkiye dikare biryara wê bid.

Demîrtaş dibêje: “Li gor agahiyan, di demek ku her kes bi vê karesatê re mijûl e, ferman ji grupeke hiqûqnas re hatiye dayîn ku kar li ser paşdexistina hilbijartinê bikin. Careke din bi vî awayî dixwazin destûrabingehîn binpê bikin.”

Demirtaş balê dikişîne ser wê yekê ku biryar tenê li parlementoyê were dayîn û dibêje, “Li gor xala 78 a destûra bingehîn, hilbijartin tenê li parlementoyê û di rewşeke şer de dikare were paşdexisitin. Îstîsnaya vê yekê tune ye. Parlemento tunehesibandin û paşdexistina hilbijartinê, bi awayek vekirî darbeya siyasî ye.”

Demirtaş her wiha ragihand, “Her çendî paşdexistina hilbijartinê tawaneke destûrabingehîn e jî, lê eger carekê hat kirin pêşiya wê tê vekirin û evê bibe sedema wê yekê ku êdî kes biryara hilbijartinê ji Desteya Bilind ya Hilbijartinê re nehêle. Erdhej karesat e, ji bo derbasbûna diktaturiyê ne kerema Xwedê ye. Xelk nahêle wiha bibe.”

 

Rudaw

Top