• Friday, 20 February 2026
logo

AKP: Me ti carî nîqaş li ser hilbijartinê ne kiriye

Gulan Media February 14, 2023 Nûçe
AKP: Me ti carî nîqaş li ser hilbijartinê ne kiriye

Îdîa heye ku, hilbijartin tê paşxistin.

Piştî ku, hin nivîskar û pisporên siyasî yên Tirkiyeyê qala vê yekê kirin ku, vê jiber erdhejê hilbijartina parlementoya yaku, biryar bû di 14ê Gulanê de were lidarxistin, tê paşxistin.

Tê gotin ku, hilbijartin bo 6 meh anjî salekî werin paşxistin. Lê li ser vê mijarê Cîgirê Serokê AKP Elî Îshan Yavûz ragihandiye ku, heta niha AKP li ser vê mijarê ti gengeşeyek nekiriye û bawer nake ku, nîqaşeke wisa jî were kirin.

Ji aliyeke din ve duhê opozîsyona Tirkiyeyê jî ragihandibû ku, ne Erdogan û ne jî komîsyona bilind ya hilbijartinan nikarin hilbijartinê paş bixin.

Top