• Friday, 20 February 2026
logo

Serokê herêma Kurdistanê li Dîlokê ye

Gulan Media February 14, 2023 Nûçe
Serokê herêma Kurdistanê li Dîlokê ye

Ji nêzve venêrîn bo rewşa zirardîtiyan dike.

Îro serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta ji nêz ve hayedar bûn ji rewşa zirardîtiyên erdhejên Bakûr, serdana Bakûrê Kurdistanê kir û weke yekem cîh çûye Dîlokê.

Nêçîrvan Barzanî li Dîlokê ji çapemeniyê re ragihand ku, hatine daku, sersaxî û hevxwemiya xwe bigehînin kesûkarên qurbaniyan û li ser navê Serok Barzanî û gelê Kurdistanê sersaxî didin kesûkarên qurbaniyan.

Nêçîrvan Barzanî got: Hêvî dikin ev nexweşiya han zû derbas bibe û em li gor karînên xwe hevkariya zirardîtiyan dikin û berdewam dibin li ser hevkarî kirinê.

 

Top