Sîhad Barzanî: Çek û teqemeniyên DAIŞê bi xwîna Pêşmerge hatin desteserkirin
Fermandarê Hêzên Piştevaniyê Yek Sîhad Barzanî di çarçova vekirina mûzexaneyeke taybet bi beşek kelûpelên leşkerî yên DAIŞê li bajarokê Koyê got: “Ev kelûpelên DAIŞê yên ketine destê Hêzên Piştevaniyê Yek û Pêşmerge, gelek xwîn hat rijandin ta hatin desteserkirin. Em ta rahênanê li ser curekê ji bombe û teqemeniyan rahênan dibin, DAIŞê cureyeke din dirust dikir.”
Got jî: “Hêzên Piştevaniyê Yek rola xwe di wan şeran de hebû û gelek xwîn rijand, me ev yek jî bi derfet zanî ku wan kelûpelan numayiş bikin. Ev kelûpelên hatine nîşandan, beşeke biçûk e, me ji her nimûneyekê yek nîşan daye. Pêwîst e hemû bizanin çi roleke berçav a Hêzên Piştevaniyê Yek di şerên li dijî DAIŞê de hebû.”
Sîhad Barzanî derbarê hevkariyên Hevpeymaniyan ji hêza Pêşmergeyên Kurdistanê re got: “Hêzên Hevpeymanan ta radeyekê di warê rahênanê de hevkariya Pêşmerge dikin û hevkariyên din rawestandiye. Ew bi xwe dibêjin em ji bo şerê DAIŞê li vir in û rewşa me girêdayî ye bi Iraqê ve, welatên di nava Hevpeymaniya Navdewletî de di riya Bexdayê re serederiyê ligel me dikin, lê ew dixwazin hevkariya zêdetir bi Pêşmerge re bikin.”
Li ser wê mûzexaneya taybet bi beşek ji kelûpelên leşkerî yên DAIŞê yên di şer de bikar hatine û ketine destê hêzên Pêşmerge, Sîhad Barzanî got: “Dixwazin vê mûzexaneyê ferehtir bikin, gelek kelûpel ketine destê me, belge û bombe û otombîl û kelûpelên din yên DAIŞê jî li ber destê me ye, lê hîna derfeta nîn e ew bên pêşandin. Hêza Piştevaniya Yek her dem li bereyên pêşî yên şer bû û gelek qurbanî ji bo berevanîkirina li xaka Kurdistanê da. Dixwazin di riya vê pêşangehê re miletê Kurd bizane ku qerzarê Pêşmerge ye û li dijî dijminekî tund wek DAIŞê xwîna xwe kir qurbaniya gelê Kurdistanê.”
K24
