• Sunday, 15 February 2026
logo

Levy: li 16ê Cotmehê Amerîka û cîhana azad pişta xwe dan Kurdan

Gulan Media February 28, 2019 Nûçe
Levy: li 16ê Cotmehê Amerîka û cîhana azad pişta xwe dan Kurdan
Bîrmendê Fransî Bernard-Henri Levy di hevdîtinekê de ligel Kurdistan24ê de behsa naveroka pirtûka xwe ya nû “Împeretor û Pênc Padîşah” dike.

Di wê derbarê de, Bîrmendê Fransî Bernard-Henri Levy dibêje: “SALA 2017an li Kurdistanê bû û min bi çavê xwe ew erdheja ceopolîtîkî ya 16ê Cotmehê li Kerkûk û piştre li Pirdê dît, Amerîka û cîhana demokrat û azad pişta xwe dan Kurdan û li ser sîneyeke zêrî Kurd ji Îran û Heşda Şeibî re hîştin.”

Got jî: “Min bi çavê xwe dît ku li ber çavê Amerîka û Ewropa xiyanet li Kurd hate kirin û Tirkiye û Îran bi awayekî axivîn û serederî kirin, ku tiştek li ser gozemînê bi navê Amerîka û Ewropayî nîn e. Li wir bîrokeya vê pirtûkê hate serê min, ji ber wê jî vê pirtûkê pêşkêşî Kurd dikim.”

Levy behsa wê demê dike, “Min bi çavê xwe dît çawa Heşda Şeibî ya Îranê li tanka Abrams a Amerîkî siwar bûne û rûbirûyî nêzîktirîn dosta Hevpeymaniyê û Amerîka û welatên rojava dibin.”

Ew bîrmendê Fransî amaje bi azayetiya Pêşmerge û hişmendiya Serok Barzanî dike, ku çawa bi hişmendî ew plan şikandin û got: “Kurdistan bûye paytexta xweragirî û şerê li dijî DAIŞê, rast e hevpeymanan hevkariya Kurd dikirin, lê li ser erdê ew bi tenê bûn û rûbirûyî DAIŞê dibûn. Bi xwîna xwe berevanî li xaka xwe û zarokên min te û hemû xelkê rojava dikir. Lê di demekê de hemû tişt hat guhartin û Amerîka diyar nebû. Dema min dît Abrams di destê mîlîşyayên ser bi Îranê de ye û li Pirdê êrîş dosta me Kurdistanê dike, têgihîştim ku tiştekî xirap rû dide û pişt li Kurd hate kirin.”

Levy dibêje: “Heger Împeretor ku Amerîka ye ji navçê vekişe, wê demê padîşahên wek Rûsya, Çîn, Siûdiye, Tirkiye û Îran dê navçê bikin cihek ku jê û pê ve jiyan û ewlehî lê peyda nabe.”

Levy sersamiya xwe ji wê dîmenê bibîr tîne, ku çawa Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê û parastina demokrasiyê li cîhanê dît û careke din heman Pêşmerge li 25ê Îlonê li binkeyên dengdanê dît ku çek daniye û deng dide serxwebûna welatê xwe.”

Ew bîrmendê Fransî di dawiyê de dipirse: “Ma ti miletek li ser vê gozemînê heye, biqasî Kurd aştîxwaz û demokrat be?”

Basnews
Top