• Sunday, 15 February 2026
logo

Şêwirmendê Trump û Erdogan hevdîtinek pêkanîn

Gulan Media February 28, 2019 Nûçe
Şêwirmendê Trump û Erdogan hevdîtinek pêkanîn
Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Donald Trump û zavayê wî Jared Kushner li Tirkiyê li gel Serokê Receb Tayîb Erdogan civiya.

Îro Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Donald Trump û zavayê wî Jared Kushner di serdanekê de geheştibû Tirkiyê û ji aliyê berpirsên wî welatî pêşwazî lê hatibû kirin û li koşka serokatiya Tirkiyê li gel Erdogan civiya.

Li gor daxuyaniya serokatiya Tirkiyê şêwirmendê Trump babetên kirîza Sûriyê û biryara vekişîna ji wî welatî û pêwendiyên herdu welatan li gel Erdogan gotûbêj kirin

Tê çaverêkirin ku, Kushner di çarçoveya gera xwe ya li Rojhelata Navîn de, piştî Tirkiyê serdana Qeter, Îmarat, Siûdî û çend welatên jî bike û tê destnîşankirin, bo pêkanîna vê planê 65 milyar dolar hatine terxankirin.

Basnews
Top