• Sunday, 15 February 2026
logo

Erdogan liser S400an: Bibûrin ev mesele qediya!

Gulan Media February 28, 2019 Nûçe
Erdogan liser S400an: Bibûrin ev mesele qediya!
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan diyarkir: “Mafê tu kesî nîn e, dest bavêje rewşa bergiriya Tirkiye. Tirkiye ligel Rûsya liser S400an li hevûdu kiriye û ev mesele qediya ye”.

Erdogan destnîşankir “ Ligel birêz Putin liser vê babetê em axifin. Liser buhayên mûçekan, teknîka wan, berhemanîna hevbeş gelek babet me girtin dest. Ev mûşek jib o bergiriya Tirkiye pêwîst in. Birêz Putin gelek bi erênî nêzîkahî ligel me kir. Niha em rabin – bêjin Na! Ev yek ne mumkin e bibe. Yunanistanê S300 kirîne, Bulgaristanê S300 kirîne. Çima hûn dengê xwe beramberî wan ranakin, lê hemberî Tirkiye dikin?

Em liser S400an rêkeftine û ev mesele qediya ye”.

Amerika û Hevpeymaniya NATO rexne li kirîna mûçekên S400 ên Tirkiye ji Rûsya dike û diyar dike, ku ev yek metirsî liser sistema berevanî û mûşekî ya welatên endamên NATO ye. Herweha Amerika aniya ziman, ku ger Tirkiye S400an bikire, dê dorpêçan li hember Tirkiye bisepînin.

K24
Top