• Friday, 20 February 2026
logo

Hejmara qurbaniyên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gihîşt 31 hezar û 643 kesan

Gulan Media February 13, 2023 Nûçe
Hejmara qurbaniyên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gihîşt 31 hezar û 643 kesan

Di erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de hejmara kesên canê xwe ji dest dane, gihişte 31 hezar û 643 kesan.

Rêveberiya Karesat û Alîkariya Awarte (AFAD) îro 13ê Sibata 2023an ragihand, di erdheja ku navenda navenda wê Mereş bû, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 31 hezar û 643 kesan canê xwe ji dest dane.

Derbarê hejmara birîndaran de ti daxuyanî nehate dayîn, lê li gorî daxuyaniyên pêştir nêzikê 100 hezar kes birîndar bûne.

Roja 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Di pişt re jî bi sedan piştlerze çêbûn. Erdhejê bandoreke wêranker li Bakurê Kurditanê, Tirkiye kir û ziyanên mezin ên canî û madî li pişt xwe anîn.

 

K24

Top