Hesîbe Seîd Gerdî: Komkirina alîkariyan ji bo mexdûran di biryarên guncaw ên Mesrûr Barzanî de xuya dike
Endama Parlamentoya Herêma Kurdistanê dibêje, dema Mesrûr Barzanî kampanya komkirina alîkariyan bike karê sereke yê hikûmeta xwe, gelê Başûrê Kurdistanê çi ji destê wan tê dê alîkariya qurbaniyên Bakur û Rojavayê Kurdistanê bike.
Parlamentera Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Hasîbe Seîd Gerdî ji BasNewsê re got: “Alîkariyên ku ji bo xuşk û birayên me yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatine komkirin û şandin, di xem û xema Serok Barzanî de tê dîtin. Rênîşandan, pîrozbahî û cesaret li tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ye û di biryarên guncaw ên Serokwezîr Mesrûr Barzanî de cîh girtiye.”
Herwiha Hesîbe Gerdî dibêje: ‘’Dema ku Mesrûr Barzanî vê kampanyayê ji bo hikûmeta xwe dike karekî herî girîng, xelkê Başûrê Kurdistanê dibin beşek ji vê kampanyayê û çi ji destê wan tê pêşkêşî qurbaniyên Bakur û Rojavayê Kurdistanê dikin, ev karekî pîroz û mirovî ye û hêjayî rêzgirtinê ye.”
Basnews
