• Friday, 20 February 2026
logo

Li Hatayê piştî 175 demjimêran jinek ji bin kavilên erdhejê hat rizgarkirin

Gulan Media February 13, 2023 Nûçe
Li Hatayê piştî 175 demjimêran jinek ji bin kavilên erdhejê hat rizgarkirin

Li Hataya ku yek ji parêzgehên herî zêde ji erdhejên navenda Mereşê zirar dîtiye, piştî 175 demjimêran jinek hat rizgarkirin.

Naîde Umer a ku bi rojan e di bin kavilan de maye, piştî 175 demjimêran ji aliyê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ve bi saxî hat derxistin.

Naîde Umer piştî ku alîkariya destpêkê yên tenduristiyê wergirtin, bi ambûlansê bo nexweşxaneyê hate rakirin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li ser hejmara xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got: “Naîde Umay di demjimêra 175 de li Antakyayê bi xebatên tîmên me yên rizgarkirinê bi saxî ji bin kavilan hat rizgarkirin.”

 

K24

Top